Kent Drug and Alcohol Action Team

National Drugs Helpline 0800 77 66 00



Alkol çawa bandûrê li las û hesê we dike

Alkol jî tewrekî narkotîkê ye û heger hun pir vexwin di demekê de, ew jî jahrdar e. Hin bandûrên wê xwes in - hun dikanin bêtir rehet, xwe-bawer û sosyal his bikin pistî çend vexwarinan - lê belê hin mirovan tenê xemgîn dike. Pirsgirêk ew e ku hun dikanin pir rehet û serbest bibin, kontrola rewsa ku hun tê de ne wenda bikin û dawîyê tistên ku hun di normalê de nakin bikin, her çiqas hun xwe serxwes his nekin an weha xuya nekin jî. Dibe ku hun tew lê hay nebin ku hun çi dikin.

Dibe ku hun seksa ne-ewle bikin û HIV, hepatîtîs an nexwesîyên din ên bi seksê derbas dibin bigirin. Gelek keçên xama dema ku ducan dimînin serxwes in (an jî di bin bandûra narkotîkan de ne). Dibe ku hun bibin êrîskar û ser bikin - gelek mirovên di sevên Înî û Semîyê de li besê acil ê nexwesxanê tev li pevketinên puban bûne.

Çenekî din vexwin û bandûr zêde dibe. Peyivîna we sêlî dibe, dibe ku hun nikanibin li piyan bisekinin û madê we li hev bikeve. Gelek qeze dema ku mirov serxwes bin çêdibin, ji ber ku tevgerên wan ne koordînekirî ne an jî biryardayina wan di bin bandûrê de ye.

Vexwarina gelek zêde dikane bibe sedema bêhesî heta mirinê, an bi jardayîbûna alkolê an jî fetisîna versînê dema ku hes ne li serî be an di xew de be.

Mirov çiqas serxwes dikeve û çiqasî zû dikane pir biguhere. Heger çend mirov heman miqdara alkolê vexwe -

  • Mirovên hûr ji yên gir bêtir dikevin bin bandûrê, ji ber ku xwîna wan kêm e ji ber vê yekê alkol bêtir konsantre dibe.
  • Jin ê bi gelemperî bêtir têkevin bin bandûrê, ji ber ku di lasê wan de bêtir dûv û kêmtir avî heye, dîsa alkol ê bêtir konsantre be. Jin ê du hefte berî bêlmêjîya xwe bêtir têkevin bin bandûrê û dîsa du an sê roj berî destpêka wê.
  • Serab û serî ji spirit û bîre zûtir bandûr dikin. Serab û bîreya bikef jî zûtir dixebite. Tevlihevkirina vexwarineke bikef bi alkolê (lîmonat û bîre) jî bandûra alkolê zûtir dike.
  • Kesên ciwan dibe ku ji yên mezin zûtir serxwes bikevin.
  • Heger hun berî vexwarinê bixwin, lasê we yê alkolê hêdîtir bimêje û ji ber vê yekê ew ê kêmtir bandûr bike. Bi zikê vala vexwarin wê bandûrên alkolê bilezîne û bêtir bike.
  • Lasê we çer ku hun alkolê vedixwin dest bi avêtina wê dike, ji ber vê yekê heger hun vexwarina xwe ji dewsa di carekê de li demekê belav bikin, hun ê kêmtir serxwes bikevin.