National Drugs Helpline 0800 77 66 00
Amphetamine Sulphate narkotîkeke Çîn A ye. Sentetîkeke tahrîkdar e ku pircar bi yên din re tevlihev dibe ji alîyê çêkeran ve ku miqdarê zêde bikin.
Amphetamine sulphate wek tozeke sipî, zer an pembe tê.
Ew dikane di poz re bê kisandin, di nav alkol an avîyên din de bê helandin û vexwarin an jî di nav avîyan de bê helandin û derzî kirin.
Bandûra dozekê dikane sê heta çar saetan bajo. Dike ku hun bêtir hisyar, enerjîk, xwe-bawer û bikêf his bikin. Dema ku mirov dozên zêde disitînin, ew pircar xwe bi hes û las bêtir bihêz his dikin. Dozên zêde dikane we têxe panîkê û bike paranoîd û ji bo mirovên bi tansîyona bilind an problemên din bixeter e.
Derzîkirina amphetamine bixeter e, ji ber ku ne mumkun e ku mirov hêza tevhevîyê bizanibe, gelek tistên din muhtemelen ên bixeter tev lê dibin.
Hun xwe betilî his dikin û vegera normal hiskirinê dikane çend saetan bajo.
Ên ku bi rêzdarî bikar tînin dikanin fîzyolojîk
pê bên girêdan. Ew dikanin xemgîn û teral û
pir zêde birçî his bikin û meyl hebin ku bêtir
doz bisitînin ku van hisan ji ser xwe bavêjin. Bi rêzdarî
bikaranîna giran dikane xewê dijwar bike û bike ku hun bêtir
bi nexwesîyên sivik bikevin. Guherîna xulq û depresyon
jî bandûreke din a demdirêj in.
Parvekirina derzîyan rîska hepatîtîs û HIV zêde
dike.