Kent Drug and Alcohol Action Team

National Drugs Helpline 0800 77 66 00



Barbiturates

(Barb, Barbies, Blockbusters)

Barbitûrat narkotîkeke Çîn B ne û tenê bi dermanname peyde dibin. Barbîtûrat êdî ji bo bikaranêrên nuh nayên nivîsandin, ji ber ku zêde mupteladar in û dikanin encama mirinê bidin.

Çawa xuya dike?

Barbitûrat dikanin wek tablet, kapsul, ampûl, fitîl an sirûb bin.

Çawa tê sitendin?

Ew dikanin bên daqurtandin an derzîkirin (tev li avê bibe an na).

Çi bandûr heye?

Kengî tê sitendin:

Bandûrên wan disibin ên alkolê. Dozeke kêm dikane relaks bike û dozên bêtir dikanin bikin ku hun xwe bêtir serxwes (hisa serxwsîyê) û xewar his bikin. Wê bandûrê li koordînasyona we bike, û hun ê cangiran an sergêj bibin. Peyivîna we yê li hev bigere. Hek dozeke bêtir zêde bê bikaranîn, dibe ku hes ji serê we here, hun têkevin komayê û bimirin.

Dema dirêj:

Bikaranîna dem-dirêj dikane nobetên dem-dirêj ên serxwesîyê li gel pêsçavresbûnê (wendabûna bîrê), guherînên kesanîyê, xulqtengî, xerabûna xewê, xewnên bitirs, dillihevketin, versîn, ricifên tayî, fikareyên ekstrem û depresyona giran wek encam bide.

Barbitûrat dikanin refleksa kuxikê biçewsînin, bike ku hun ji înfeksîyonên sîngê yên wek mêlakresî (zatorya) û bronsîtan re vekirî bin.

Hun dikanin psîkolojîkî û fîzîkî bibin pêgirêdayî.

Bi carekê berdan dikane encama konvulsîyon, fikare, krîzên sara, ta û koma bide.
Tevlihevkirina barbitûratan bi alkolê, heroin an aramdêran dikane wek encam mirinê pêk bîne.

We rîska doza zêde heye, ji ber ku dozeke normal pir nêzîkî dozeke kujdêr e.
Barbitûratan bi pirayî cîhê xwe dane benzodiazepines (aramdêrek).