National Drugs Helpline 0800 77 66 00
Qanûn dibêje ku hin narkotîk 'kontrolkirî' ne. 'Xwedîtî' û 'dayina' narkotîkên kontrolkirî sûc in.
'Xwedîtî' bi hêsanî tê wateya ku narkotîkên kontrolkirî li cem we heye, dibe ku di bêrîk, erebe an mala we de be. Polîs dikane bisekinîne, binçav bike û li ser we bigere, heger şika wan a maqûl hebe ku li cem we narkotîkên kontrolkirî hene.
Dayin (an bazirganî) tê maneya dayin an firotina narkotîkên neqanûnî bo kesekî din. Ji ber vê yekê heger kesek narkotîkê bifiroşe we, em bêjin li klubeke şevê, ev dibe dayin. Lê belê ne tenê klubên şevê an bazirganên qozîyên cadeyan 'didin'. Heger hun narokotîkan bidin kesên din an hun biçin derve û bikirin û dûre bi hevalên xwe re parve bikin, wê gavê hun didin, heger hevalên we ji bo para xwe pere nedin we jî. 'Niyeta dayinê' jî sûcek e, ji ber vê yekê wek mînak heger hun bi miqdareke mezin a narkotîk li ser we herin klubeke şevê, dikane li gel xwedîtîya wê ji bo 'niyeta dayinê' jî li dijî we doz bê vekirin, heger we bi rastî qet narkotîk nefirotibe jî.
Hin narkotîkên kontrolkirî jê re narkotîkên 'Çîn A' tên gotin, û yên din 'Çîn C' an 'Çîn C'.
Çîn A: ev narkotîkên 'hişk' in, wek heroîn, kokaîn, krak, LSD û ekstasî. Çîn A her weha hemû narkotîkên Çîn B ên ji bo derzîkirinê amadekirî jî dihundirîne.
Çîn B: amfetamîn(weke kokaîn e), barbîtûrat(dermanâ xewê) digire nav xwe
Çîn C: ew dermanên weke anabolîk steroîd, tranquîlîzer, GHB, û kenewîra paleya wê nû hatiye daxistin in.Peydakirin an firotina wan cure derman û narqotîkan ji xwedîbûyina wan bêtir xeternak e. Hûn cezayên ku bêne danîn dikarin bibînin li jêr. Ew cazayên herî bilind in ku bêne danîn.
Polîs dê we bisîne dadgehê ji ber sûc û tawaneke bi peywandarê narqotîkan, lê belê tawana we yek ji tawanên herî xeternak nebe, polîs dê rêyek din bigere bo alikariya we bike ji bo çewtxebitandina narqotîkan(kêfdêr) weke; tîmar, programa mudaxalekirinê. Temenê we, xwedîbûyina kîjan kêfdêran û miqdara wan, bo xwe an bo peydakirinê, û girtina we berê heye an na, eleqedarbûyina wan hemî bi girêdayiya van sert û mercanan in.
Heke hûn carekî hatibin tawanbarkirin, tomara(qeyda) cezayî we çêdibe. Ev dê pêsiya we bigire di çendîn xebatan de weke xebata ligel zarokan, an karên ku bawerî divên mina destxistina pere.
Xwedîbûyin û peydakirin ne tenê rêyek e ku sere bi kanûnan biêsîne. Di bin bandora kêfdêran de otomobîl(an her cûre erebe) ajotin tawaneke din e. Ew cûre tawanan ango erebe ajotin ligel narqotîk û kêfdêr; bikaranîna narqotîk û kêfdêran weke derman-bi aliyên bijîskê we hatiye nivîsandin an li dermanxanê kirandin-û heta bikaranîna narqotîk û kêfdêrên illegal dixîne nav xwe.