National Drugs Helpline 0800 77 66 00
Ecstasy narkotîkeke Çîn A ye - yek ji ewên ku jê re 'narkotîkên dansê' tê gotin, ji ber ku pircar li klubên sevê û rave'an tê bikaranîn.
Ecstasy wek tabletên qehweyî, sipî an pembe an jî kapsulên zer, zelal, sor û res an sor û zer tê.
Tablet an kapsul tên daqurtandin.
Ecstasy tahrîkdêrek e ku bandûrên sivik ên halusîgenîk heye. Bandûrên wê pistî bîst deqîqe heta saetekê dest pê dikin û dikanin çend saetan bajon. Bandûrên fîzîkî dikanin resikên çav ên sil, jidîna çenê, made li hev ketin, xwêdan û dev û qirika zuha bin. Ecstasy dikane bike ku hun xwe enerjîk û aram û bi kesên din re lihevkirî his bikin. Hin mirov bêtir ji muzîkê hez dikin û hisa seksî zêde dibe. Bandûr her weha dikanin fikardarî, panîk û sergêjî jî bihundirînin. Li Brîtanya bi qasî 80 mirinên ji bikaranîna ekstasî çêbûne.
Dibe ku çend rojên pistî bikaranîna ecstasy hun xwe pir betilî his bikin û ji bo basbûnê ji we re gelek xew bivê. Ên ku bi rêzdarî bikar tînin dikanin problemên xewê, kêmasîya enerjî û depresyonê hebin, û dibe ku bêtir bi nexwesîyên sivik wek serma girtin û sekemê bikevin. Ecstasy nabe sedema tîryakî bûna fîzîkî, lê belê hun dikanin bi hisên ku ew çêdike ve bên girêdan.
Bandûrên demdirêj hîna nayên zanîn, lê belê tê raman kirin ku dûre di jiyanê de ên ku ecstasy bikar tînin dikanin problemên hes wek depresyona kronîk (demdirêj) hebin.