Kent Drug and Alcohol Action Team

National Drugs Helpline 0800 77 66 00



Heroin

(Antifreeze, Aries, Aunt Hazel, Ballot, Bart Simpson, Big Bag, Big H, Big Harry, Black Pearl, Black Stuff, Black Tar, Blanco, Blows, Blue Hero, Bombs Away, Bonita, Boy, Bozo, Brain Damage, Brick Gum, Brown, Brown Crystal, Brown Rhine, Brown Sugar, Bundle, Butu, Caballo, Caca, Capital H, Carga, Carne, Charley, Chicle, Chieva, China Cat, China White, Chinese Red, Chip, Cotics, Crap, Crown Crap, Cura, Dead on Arrial, Diesel, Dirt, Dog Food, Dogie, Dragon, Gear, H, Horse, Junk, Skag, Smack)

Heroin narkotîkeke Çîn A ye, ji morfînê tê çêkirin ku ji xasxaskê tê bidest xistin.

Çawa xuya dike?

Heroin tozeke ku bi rengên cûda tê, ji sipî heger xwerû be, heta qehweyîyê tarî heger bi tistên din hatibe tevlihev kirin.

Çawa tê sitendin?

Heroin dikane bê kisandin, di poz re bê kisandin an derzîkirin.

Çi bandûr heye?

Kengî tê sitendin:

Heroin zû bandîr dike û dikane çend saetan bajo, li gora ku çiqas hatiye sitendin û ku hatiye kisandin, di poz re kisandin an derzîkirin. Hiseke germ, rehetbûn û veqetînê bi kêmasîya fikardarîyê çêdike. Dikane bibe sedema made li hev ketin û versînê, lê belê ev bandûr bi bikaranîna rêzdar disekinin. Dozeke zêde dikane stupor û koma heta mirina ji kêmasîya bêhnsitendinê çêbike.

Dû wê:

Bandûr derece bi derece diçe, û bandûrên dû wê yên taybetî çênabin.

Dema dirêj:

Mirovên ku heroin bi rêzdarî bikar tînin ji wan re bêtir ji wê dive ku heman bandûrê bidest bixin. Heroin pir tîryakîdar e û yek ji narkotîkên ku berdana wan herî dijwar e. Berdana heroin pistî bikaranîna rêzdar dibe sedema ês, tremor, xwêdan û taya sar û spazmên rehan. Bandûrên demdirêj ên fîzîkî qebza kronîk, bêlmêjîya bêrêz ji bo jinan û zaturya muhtemel û kêmbûna berxwedana înfeksîyonê, damarên zerardîtî û bêrêzîyên dil û pisikê. Ev problem bi xwe-îhmalkirinê dikanin xerabtir bibin - heroinkês meyl hene ku bal li ser 'kisandina' dûre bin û nikanin karekî di dest xwe de bihêlin, bêxanî dibin û ji bo pereyê ji bo narkotîkan dikevin nav sûc. Bikaranîna heroin di dema ducanîyê de dikane encama pitikên bêtir hûrik bidin ku dû zayinê semptomên xwe vekisînê bikisînin.