Kent Drug and Alcohol Action Team

National Drugs Helpline 0800 77 66 00



Ketamine

(Cat Valium, Honey Oil, Special K, Special la Coke, Super Acid, Super C)

Qanûna Çewt Bikaranîna Narkotîkan Ketamine control nake, lê belê Qanûna Dermanan dike û dikanin ji bo pêskês kirina wê dozê li we vekin. Anestetîkeke xurt e ku êsê radike û di operasyonan de tê bikaranîn.

Çawa xuya dike?

Tozeke krîstalîn a spî, avî an tablet. Pir disibe dermanekî ku veterîner di operasyona heywanan de bikar tînin.

Çawa tê sitendin?

Dikane bê cûtin, ji poz kisandin an derzîkirin.

Çi bandûr heye?

Kengî tê sitendin:

Dema ku hun Ketamine disitînin, bandûrên halusînasyonê li we çêdibe. Hinek mirovan his kirine ku ji lasê xwe derketine. Hun dikanin enerjîk û bilind his bikin. Dû wê dikane tevizî bê hiskirin, û hun dikanin di rehên xwe de tevgerên bê kontrol his bikin.

Pistî sitendina narkotîkê, hinek mirov dikanin made li hev bikevin û versin. Qûmarek e, û hun nizanin ku bandûra ku wê li we bibe wê çi be. Hun dikanin depresîv his bikin an panîk bibin an jî herdu.

Wek hemû narkotîkan, dozeke zêde sitendin an tevlêkirina ketamine bi madeyên din, yên wek alkol an teskîndêran pir bi risk e û dikane bibe sedem ku dil an pisika we bisekine. Lasê we dikane bibandûr xwe bigire.

Dema dirêj:

Bikaranîna dem-dirêj dikane îhtîmala tevlihevbûna his zêde bike û hun têkevin dinya xwe ya piçûk. Dibe ku di dawîyê de tistên ku li dora we diqewime êdî bala we nekisîne. Hun esasen veqetî dibin.