Kent Drug and Alcohol Action Team

National Drugs Helpline 0800 77 66 00



Solvents

Ev gelek gaz, mezeloq, petrol û aerosol dihundirîne ku dikane ji bo çêkirina bandûreke serxwesîyê bê bikaranîn. Ew bi xwe neqanûnî nînin, ji ber ku bikaranîna wan a qanûnî heye, lê belê sînorkirinên firotina wan ji bo kesên bin 18 salî hene.

Çawa xuya dike?

Solvent bi gelek teseyan tên - tupên mezeloq, gazên heste, tenekên aerosol.

Çawa tê sitendin?

Bi poz kisandin, an jî pijiqandina gazên heste, tenekên aerosol bo qirikê.

Çi bandûr heye?

Kengî tê sitendin:

Piranîya van madeyan bandûrên di cîh de hene û dikanin ji çend deqîqan heta saetekê bajon. Bandûr wek serxwesbûnê ye û yê ku bikar tine dikane xwe sa, bêkontrol, gêj an xewar his bike. Hin ji wan dikanin halusînasyonê çêbikin.
Gelek ji van madeyan dikanin bikujin - wek mînak gaza heste heger pisikê tije bike dikane di cîh de bikuje. Madeyên din dikanin bi bandûrkirina dil an fetisandinê bikujin.

Dû wê:

'Bandûreke' sivik a dûre ku dikane bi qasî rojekê bajo, betilîn û kêmasîya konsantrasyonê.

Dema dirêj:

Berdana tîryakî bûna wê pir dijwar e. Toluene ji mezeloq dikane zerarê bide çav, guhê hundir, reh, rehên derve, kezeb, gurçik, mejîyê hestî û sîstema hilberînê.

Bikaranîna petrolê dikane bibe sedema kansêra xwînê.