National Drugs Helpline 0800 77 66 00
Aramdêr narkotîkeke Çîn C ne û tenê bi dermanname peyde dibin.
Aramdêr dikanin wek tablet, kapsul, fitîl, avî an jel werin.
Ew dikanin bên daqurtandin an derzîkirin.
Aramdêr reaksîyonên we sist dikin û we xewar dikin. Ew her weha fikare û jidînê sist dikin. Bandûr disibin ên alkolê û bandûreke relaksbûn û arambûnê çêdikin. Ew dikanin bikin ku hun bîrsar bibin û xwe teral his bikin. Ev his dikanin bi qasî 6 seetan bajon.
Bikaranîna dem-dirêj pêgirêdan û toleransa bo
narkotîkê ava dike. Bandûra aramdêr wê pir kêm
bibe.
Bi narkotîkên din re sitendina aramdêran dikane encama doza
zêde bide, bi taybetî bi alkolê re.
Vekisîn dikane dijwar be. Dibe ku hun xulqteng an dillihevketî bibin
û fikare, krîzên panîkê, diltepîn, ricifîn,
bêxewî, serêsî, sergêjî, ês û
jan, wendabûna dilbijîna xwarinê û cangiranî bi
we re çêbibe. Bandûr dikanin bi rojan an heftan bidomin.
Hek aramdêr ji du heftan bêtir hatibin bikaranîn, îhtîmal
heye ku hun bibin pêgîrêdayî bo wan. A bas dîtina
doktorekî ye ku doze kêm bike heta ku êdî pêwîstîya
we bi sitendina wan tunebe. Bi carekê berdan dikane bibe sedema konvulsîyonan
û sergêjîyê.